LI BAJARÊ SUWEYDAYÊ BI DEHAN DAXWAZA AZADÎ Û GUHERTINÊ DIKIN.
Li bajarê Suweydayê bi dehan daxwaza azadî û guhertinê dikin
Di roja Çarşemê 31ê Tîrmehê bi dehan welatiyên bajarê Suweydayê ya Sûriyê li meydana Karama kom bûn û daxwaza azadî û guhertinên aştiyane kirin.
Tora xwecihî ya Suweyda 24 ragihand ku roja Çarşemê bi dehan welatî li meydana Karama ya navenda bajarê Suweydayê kom bûne.
Wê berdewam kir, di roja sêsed û pêncî de welatiyan bi xwepêşandaneke aştiyane daxwaza azadî û guhertinê kirin.
Di torê de wêneyên pankart û dirûşmên ku ji aliyê xwepêşanderan ve hatine bilindkirin,diyar kir.
Ji Tebaxa 2023an ve, xelkê parêzgeha Suweydayê serhildana xwe ya gelêrî berdewam kirine, bi rêya xwepêşandanên rojane û daxwaza rûxandina rejîma Sûriyê, derketina Îranê ji welatê xwe weke dagirker û cîbicîkirina biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî, ku garantiya bidestxistina veguhestina aştiyane ya desthilatê bi rêya hilbijartinên demokratîk di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de.
Ragihandina ENKSê
Raport;Elî Fetah