المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KOMÎTEYA TÊKILIYÊN NÛNERTIYA ENKSê YA HERÊMA KURDISTANÊ BI NÛNERÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ YÊ ALÎKARIYA IRAQÊ (UNAMI) RE CIVIYAN.

0 95

KOMÎTEYA TÊKILIYÊN NÛNERTIYA ENKSê YA HERÊMA KURDISTANÊ BI NÛNERÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ YÊ ALÎKARIYA IRAQÊ (UNAMI) RE CIVIYAN.

Komîteya Têkiliyên Nûnertiya ENKSê ya Herêma Kurdistanê bi Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Alîkariya Îraqê (UNAMI) re civiya.

Komîteya Têkiliyên Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê roja Çarşemê 19ê Sibata 2025an bi rêzdar Fransîsk Lanaw, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Alîkariya Îraqê (UNAMI) re li navenda Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê civiyan.

Şandeya Komîteya Têkiliyên nûnertiyê ji van rêzdaran pêk dihat: (Fadil Delî, Sara Eli, Raman Mele)

Şandeya nûnertiyê ji aliyê birêz Fransîsk ve bi germî hatin pêşwazîkirin.

Di civînê de, her du alî li ser geşedanên di rewşa siyasî ya giştî de, rewşa kurdî bi taybetî, ji bilî pêşkeftinên herêmî yên herî pêşeng gotûbêj kirin.

Her wiha şandeyê li ser pêşeroja penaberên Sûrî li herêma Kurdistanê di hemû aliyan de gengeşe kirin.

Ji alîyekî din ve, Birêz Fransîsk pêşwazî li şandeyê kir û amadebûna xwe ji bo hevkarî, kordînasyon û berdewamkirina hevdîtinan di rojên pêş de dîyar kir.

 

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.