KOMÎTEYA TÊKILIYÊN NÛNERATIYA ENKSÊ YA HERÊMA KURDISTANÊ BI MIDÛRIYETA GIŞTÎ YA ASAYÎŞA HERÊMA KURDISTANÊ RE CIVIYA.
KOMÎTEYA TÊKILIYÊN NÛNERATIYA ENKSÊ YA HERÊMA KURDISTANÊ BI MIDÛRIYETA GIŞTÎ YA ASAYÎŞA HERÊMA KURDISTANÊ RE CIVIYA.
Komîteya têkiliyên nûnertiya ENKSê ya Herêma Kurdistanê bi Midûriyeta Giştî ya asayîşê ya Herêma Kurdistanê re civiya.
Komîteya Têkiliyên Nûnertiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê li Herêma Kurdistanê roja Pêncşemê 6ê Sibata 2025an bi Midûriyeta Giştî ya asayîşê li Herêma Kurdistanê re civiya.
Şandeya nûnertiyê bi germî ji aliyê her birêzan:
Birêz Ismet Arkoşî, rêveberê giştî yê rêveberiya Asayîşê ya Herêma Kurdistanê
– General Sebah Reşîd ve hatin pêşwazî kirin.
Şandeya nûnertiyê ji rêzdarên (Cedan Elî Serokê Nûnertiyê, Newaf Reşîd, Raman Mele) endamên Komîteya Têkiliyên pêk dihat.
Piştî pêşwaziyê şandeya nûnertiyê bi awayekî berfireh rewşa siyasî ya herêmî û navneteweyî pêşkêş kir, bi taybetî rewşa Kurdî.
Her wiha şandeyê bi berfirehî behsa zehmetiyên ku penaberên Sûrî li Herêma Kurdistan re rûbirû dibin, kir.
spasîya xwe ji Serok Mesûd Barzanî re anî ziman ku ji bo hewlên wî yên yekgirtina gelê Kurd li Sûriyê û ji bo rola wî ya girîng a herêmî û navneteweyî ya parastina gelê Kurd û misogerkirina mafên wî di Sûriyeya pêşerojê de.
Her wiha birêz Ismet Arkoşî pêşwaziya şandeya nûnertiyê kir, girîngiya yekbûna rêz û axaftina siyasî ya Kurdan li Sûriyê destnîşan kir û rola Encûmena Niştimanî ya Kurd di parastina mafên gelê Kurd de diyar kir.
Wî herwiha tekez kir ku Kurdên Sûrî li welatê xwe û li ser axa xwe ne, ew mêvanên Serok Mesûd Barzanî ne û di dilê me de cihekî taybet heye, û emê hemû hewlên xwe bidin ku mekanîzmayeke bi bandor ji bo çareserkirina zehmetiyên heyî peyda bikin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah