KOMÎTEYA KARÛBARÊN PENABERAN YA ENKSÊ BI RAYEDARÊ PEYWENDÎDAR RE CIVIYAN.
Komîteya Karûbarên Penaberan ya ENKSê ji bo rewşa penaberan bi rayedarên peywendîdar re hevdîtin pêk anî
Komîteya Karûbarên Penaberan ya Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê roja Duşemê 3ê Sibata 2025an
bi Dr. Dîndar Zîbari re, kordînatorê pêşniyarên navdewletî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyan.
Şandeya nûneratiyê ji (Cedan Elî, serokê nûnerê, Wail Omer, Naz Tatar), endamên Komîteya Karûbarên Penaberan pêk dihat
Şandeya nûnertiyê bi germî ji aliyê Dr.Dîndar Zîbarî ve hatin pêşwazîkirin .
Di axaftinan de, li ser çend mijarên girîng, di nav de rola serokwezîrê herêma Kurdistanê di piştgiriya penaberên herêma Kurdistanê de hate rawestandin.
Her wiha behsa pêşketinên siyasî yên dawî yên li Sûriyê û çawa xurtkirina cihê Kurdan di pêvajoya siyasî de hate kirin.
Serokê nûnertiyê daxwaz kir ku têkiliyên di navbera her du aliyan de berdewam bin da ku astengiyên ku penaberên li herêma Kurdistanê dikişînin hêsantir bikin û danûstandina nêrînan bikin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah