KOMÎTEYA KARÛBARÊN PENABERAN YA ENKSÊ BI RAYEDARÊ PEYWENDÎDAR RE CIVIYAN.
Komîteya Karûbarên Penaberan a ENKSê ji bo rewşa penaberan bi rayedarên peywendîdar re hevdîtin pêk anî
Komîteya Karûbarên Penaberan ya Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê roja Duşemê 3ê Sibata 2025ê serdana Saziya Xêrxwaziya Barzanî kir û bi Serokê Saziya Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed re civiya.
Şandeya nûneratiyê ji pêk (Can Eli, serokê nûnerê, Wail Omer, Naz Tatar), endamên Komîteya Karûbarên Penaberan pêk dihat
Şandeya nûnertiyê bi germî ji aliyê Serokê Saziya Xêrxwaziya Barzanî birêz Mûsa Ehmed ve hatin pêşwazîkirin .
Di hevdîtinê de,tekezî li ser astengiyên ku penaberên Sûrî yên li herêma Kurdistanê ji hemû aliyan re rûbirû dibin, hate destnîşankirin ku komîteyeke hevbeş were avakirin û hevdîtinên xwe zêde bikin da ku astengiyên wan kêm bibin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah