KOMA KUWÎNT REWŞA SÛRIYÊ GOTÛBÊJ KIR.
Koma Kuwînt rewşa Sûriyê gotûbêj kir
Koma “Kuwînt” rewşa Sûriyê piştî rûxandina rêjîma serokê Beşar Esed gengeşe kir, û “rêyên alîkariya gelê Sûriyê ku ji vê derfetê sûd werbigirin ji bo avakirina paşerojeke baştir”.
Wezîrê Derve yê Amerîka, Antûnî Bilînken, roja Pêncşemê 9/1/ 2025, li Romayê bi hempîşeyên xwe yên ewropî yên di Koma Kuwînt de, li Romayê, “Wezîrê Derve yê Îtalya Antoniyo Tajanî, Wezîrê Derve yê Brîtanya Dêvid Lamî û Rêveberê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li Wezareta Derve ya Fransa, An Çirîlo, Rêvebera Siyasî ya Wezareta Derve ya Fransa, Gonter Soter, û Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê ji bo Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlekariyê, Kaja Kalas civiyan.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, komê rewşa Sûriyê piştî rûxandina rêjîma serok Beşar Esed û “rêyên alîkariya gelê Sûriyê ku ji vê derfetê sûd werbigirin ji bo avakirina paşerojeke baştir” gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniya Amerîkayê, berpirsên koma “Kuwînt” ku ji Amerîka, Fransa, Almanya, Îtalya û Brîtanyayê pêk tê, tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîste hemû grûpên li Sûriyê rêzê li mafên mirovan bigirin, piştevaniya yasayên mirovî yên navdewletî bikin û piştrast bin. Sûriye ji bo cîranên xwe metirsiyek çênake û nabe wek bingehek ji terorîzmê re were bikar anîn, û… Hemî tedbîrên pêwîst ji bo parastina sivîlan, di nav de kêmîneyan, digire.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah