Diho roja înê” 2 ” ê ,cotmeha “2020” an, Koma Kulîlkên Orkêş ya huner û filklora kurdî ya bi ser xwecihiya Sihil ve, ya Y,X,C,D,K,R, li ofîsa encûmena xwecihî ya Devera “Sinceqê” civînek li darxist, û ev yek bi amadebûna berprisa ofîsa çandî M,”Narîn Murad “ya şaxê Qamişlo û berpirsa xwecihiya Sihil û herwiha bi hazirbûna hemû endamên komê .
Û civîn hat li darxistin bi hemahigî bi ofîsa çalakiyan re bi serpirştiya M,”Hêvî Delî “berpirsa çalakiyan ya şaxê Qamişlo.
Û herwiha di derbarî vê naveroka vê civînê de M,”Ruda Şakir ” berpirsa ofîsa çalakiyan ya xwecihiya Sihil, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:
” diho roja înê civîn hate li darxistin bi beşdarbûna koma kulîlkên Orkêş bi her Sê beşên xwe ( Sitran,Şano,Dîlan), û têde xalên giring hatin gengeşekirin û baş rawestiyan li ser rewşa karê Komê bi giştî û pêşketina wê di demên pêde û nexasim piştî rawestandina çalakiyên komê ji bo demekê derbarî belavbûna nexweşiya koronayê ku li hemû cîhanê hatibû belavkirin” .
Û herwiha “Şakir ” gotina xwe berdewam kir :
” di derbarî vê civînê de em li ser çawaniya li darxistina çalakiyan di yekîtiyê de , û di dawiyê de hemû endamên komê nerîn û pêşinyar û pirsên xwe diyarkirin û ev yek ji bo pêşketina karê komê bi awayekî serkeftî”.
Û herwiha tê zanîn Yekîtiya xwendevan û ciwanên Dîmoqiratî kurdistanî-Rojava, rêxistineke Demoqiratiye di sala “2013”, an de, hate damezirandina ji bo xwestek û mafê ciwan û xwendevanan bi dest bixin…
Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî