Rêxistina Kewiregoskê ya bi ser partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ve, roja çarşemê 8ê Adara 2023an, roja cîhanî ya jinê li centera Nûredîn Zaza vejand..
Û ev yek bi amadebûna serkirda û endam û Alîgirên partî ..
Û di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..
Û û piştre gotina partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, ji aliyê M,Lava Delî, berpirsa Rêxistina jinê û endama Komîteya herêmî ya PDK-Sê , hate xwendin û têde pîrozbahiyeke germ arasteyî hemû jinan li tevaya cîhanê kir bi taybet jina kurd li herçar parçeyên kurdistanê û piştre bi giştî ser rola jinê û xebata wê di hemû waran de siyasî, civakî, rewşenbîrî mil bi milê zilam de kar û têkoşîn de berdewam e behiskir…
Û herwiha bi helkeftina roja cîhanî ya jinê pêşbirkek hate li darxistin û çend helbest bi vê boneyê hatin xwendin ji aliyê beşdaran ve…
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî