المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Israîlê çend cih li gundewarê Derayê kirin armanc.

0 76

Israîlê çend cih li gundewarê Derayê kirin armanc.

 

Rawengeha Sûrî bo mafê mirovan ragihand ku îro 3ê Hezêrana 2025an, Çend top ji gundewarê rojavayê Derayê û Quneytrayê ber bi Golanê yên yên Sûriyeyê ve hatin avêtin.

Dronên Îsraîlê li ser herêma Hewza Yermûkê ya li gundewarê rojavayê Derayê firiyan, piştî bombebarana Îsraîlê ya ku axa Sûriyeyê armanc digirt.

Ev yekem bûyera bi vî rengî ye ji dema hilweşîna rejîma berê ve.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku sê topên Îsraîlê li erdên çandiniyê yên di navbera gundên Koya û Ma’ariyah de li herêma Hewza Yermûkê ketine, heta niha ti agahî li ser qurbaniyan nehatiye dayîn.

Ev bûyer beşek ji rêze binpêkirinên ku li herêma sînor diqewimin e, ku rasterast bandorê li jiyan û tevgera rojane ya sivîlan dike.

Tê zanîn ku hêzên Îsraîlê nêzîkî sê meh berê bombebarana başûrê Sûriyeyê bi top û mûşekan rawestand, di heman demê de Îsraîl êrîşên hewayî li ser navendên leşkerî ên li Sûriyeyê berdewam kiriye.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.