المجلس الوطني الكوردي في سوريا

IDLIB: DI ENCAMA BOMBEBARANA RÊJÎMA SÛRIYÊ DE JINEK HAT KUŞTIN Û HEJMAREK SIVÎL BIRÎNDAR BÛN.

0 69

IDLIB: DI ENCAMA BOMBEBARANA RÊJÎMA SÛRIYÊ DE JINEK HAT KUŞTIN Û HEJMAREK SIVÎL BIRÎNDAR BÛN.

Di encama bombebarana rêjîma Sûriyê de jinek hat kuştin û hejmarek sivîl birîndar bûn.

Çavkaniyên medyayî ragihandin ku di encama bombebarana hêzên rêjîma Sûriyê de li bajarokê Teftenaz li gundewarê rojhilatê Idlibê, jinek hat kuştin û hejmarek sivîl birîndar bûn.

Malpera Sûriyê got ku hêzên rejîmê danê êvarê roja Şemiyê 16.11.2024an, bi topa giran bajarokên Teftenaz û Meheret Elnehsan li rojhilatê Idlibê kirin armanc û di encamê de jinek hat kuştin û hejmarek sivîl birîndar bûn. bal kişand ku piştî ku sivîl ji bo rakirina qurbaniyan kom bûn, bombebaran li ser herêmê nû bû.

Li gorî çavkaniyê, navê qurbaniyê Sarah Mihemed El Necar e ku ji bajarê Seraqib li rojhilatê Idlibê koçber bûye û temenê wê 21 saliye.

Demek berê, roja Şemiyê,kalamêrek birîndar bû dema ku otombêla wî ji aliyê Hêzên rêcîmê ve bi firokeyên bêfirokevan ên bombekirî li devera El-Wessata li gundewarê rojavayî Helebê hate armanckirin, dema ku wî li ser zeviyên xwe yên çandiniyê dixebitî.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.