المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HÊZÊN RÊJÎMA SÛRÎ PIŞTÎ ERDHEJÊ ÇEND DEQEYAN BAJARÊ IDLIBÊ ARAMANC KIR

0 121

HÊZÊN RÊJÎMA SÛRÎ PIŞTÎ ERDHEJÊ ÇEND DEQEYAN BAJARÊ IDLIBÊ ARAMANC KIR

 

 

Hêzên rêjîma Sûriyê piştî erdhejê çend deqeyan bajarê Idlibê armanc kir

 

Rêjîma Sûriyê nîvê şeva Sêşemê 13ê Tebaxê, bajarokê Sermîn ê rojhilatê Idlibê, bi mûşekan armanc kir.

 

Berevaniya Sivîl a Sûriyê li ser rûpela xwe ya Fêsbokê ragihand ku hêzên rêjîmê taxên niştecihbûna bajarê Sermîn li rojhilatê Idlibê û rêya Sermîn-Idlib, nêzîkî taxên niştecihan, bi êrîşên mûşekî armanc kirin.

 

Berevaniya Sivîl a Sûriyê amaje bi wê yekê jî kir, ku teqîn hevdem bû piştî ku nişteciyên bajarê Sermîn daketin kolanan piştî ku erdhejek li Sûriyê qewimî.

 

Wê bal kişand ser wê yekê ku tîmên wê cihên ku di nav bajêr de hatine bombebarankirin bêyî tomarkirina ziyanan, kontrol kirin, ji ber ku ziyan digihêje tiştên madî.

 

Şeva Duşemê – Sêşemê 12-13 Tebaxê erdhejek bi hêza 5.46 rîxterê li Sûriyê rû da û navenda wê bajarê Hemayê yê Sûriyê bû.

 

Li gor malpera “Emsc.eu” ku taybet bi şopandina erdhejan e, navenda erdhejê bajarê Hemayê û 10 km di bin erdê de bûye.

 

 

Medyayê ragihand ku niştecihên Urdun, Lubnan û Îsraîlê hest bi erdhejê kirine.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.