HEVPEYMANIYA NAVDEWLETÎ HÊZEKE LEŞKERÎ TÎNE BAREGEHA ŞEDADÊ
Hevpeymaniya navneteweyî hêzeke leşkerî tîne baregeha Şedadê
Çavkaniyeke mafên mirovan a Sûriyê ragihand ku du firokeyên leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî li navendeke leşkerî li Kurdistana Sûriyê daketin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku roja pêncşemê 14.11.2024,an du firokeyên leşkerî li baregeha Şedadê li gundewarê başûrê Hesekê yê Kurdistana Sûriyê danîn.
Li gorî çavkaniyê, di çarçoveya berdewamkirina bihêzkirina baregehên leşkerî yên li nav axa Sûriyê de belav bûne, her du firoke alavên leşkerî û lojistîkî hilgirtibûn.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah