المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEVPEYMANIYA NAVDEWLETÎ ENDAMEKÎ NAVDAR Ê DAIŞê LI GUNDEWARÊ REQAYÊ KIR ARMANC

0 41

HEVPEYMANIYA NAVDEWLETÎ ENDAMEKÎ NAVDAR Ê DAIŞê LI GUNDEWARÊ REQAYÊ KIR ARMANC

Hevpeymaniya navdewletî endamekî navdar ê DAIŞê li gundewarê Reqayê kir armanc

Çavkaniyekî mafên mirovan li Sûriyê eşkere kir ku hevpeymaniya navdewletî endamekî navdar ê rêxistina terorîst a DAIŞê li gundewarê Reqayê li Sûriyê kire armanc.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku firokeyeke bê firokevan a Hevpeymaniya Navdewletî îro Înê 10/1 /2025an, endamekî navdar ê DAIŞê bi navê “Mihemed Elcedûh” li biyabana Elresafa li gundewarê Reqayê kire armanc.

Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir, ku armanc dema hat armanckirin, di cih de hat kuştin.

 

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.