المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Hêviyên welatiyan li Kurdistana Sûriyê di sala 2025an de.  

0 76

Welatiyên Kurdistan Sûriyê bi hêviyek mezin pêşwaziya sala nû ya 2025 an, kirin .

Û di vê derbarê de welatiyek ji bajarê Qamişlo bi hatina sala nû 2025an hêvî û omîdên xwe diyarkir ku sala nû de aramî û aştî li ser gelê Sûriyê û hemû miletên cîhanê belav bibe û bi moralên geş û bi kêfxweşî jiyaneke bi azadî bijîn.

Û ji aliyê xwe ve hemwelatiyek dî hêviyên xwe diyarkir û got:

piştî 14 salan ji şer û rewşa xirab ku milet têde derbasdibûn , û niha piştî rûxana rêjîma Esed hêvîdarin ku rewş baştirbibe û herkes li ser milk û malên xwe vegerin û hemû pêkhateyên Sûriyê bi hevre jiyaneke aştiyane bijîn û bibe sala azadî û aramiyê.

Herwiha ev sal ji bo gelê Sûriyê salek cudaye ji sedema rûxana rêjîma Esed ,

 

Ku Tê zanîn ku di 27ê çileya pêşin şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) destpêkir û êrişî Îdlib û Helebê hate kirin.

 

Û Heyet Tehrîr Elşam di 28ê Çileya Paşîn navenda Helebê bidestxistin.

 

Piştî kontrolkirina Humsê Heyet Tehrîr Elşam kontrolkirina Şama paytexta Sûriyeyê ragihand .

 

Û roja 8 ê Çireya Pêşin 2024an, desthilata Beşar Elesed ket , û bû rojeke nû dîrokeke nû ji bo hemû Sûriyan.

 

Ragihandina ENK_Sê

Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.