HEVDÎTINÊN DESTEYA DANÛSTANDINAN,HEVBENDIYÊ Û ENKSê li SUWEYDA Û ŞAMÊ.
Hevdîtinên Desteya Danûstandinan, Hevbendiyê û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Suweyda û Şamê
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd Ibrahîm Biro nivîsî: Di dema amadebûna me li Şamê de,hevdîtin û serdanên berfireh ji bo pevguhertina ramanan û amadekirina qonaxa bê hatin kirin û got: Me serdanek bo parêzgeha Suweydayê û Hevdîtinek li gel Mîrê Şêx Hikmet Elhecerî û her wiha serdana malbata Sultan Paşa Eletreaş.
Got jî: Hevdîtina me ya din jî li gel Metranê Katolîkên Ermenîstanê û bi rêzdar Metran Corc Esadoriyan, Monsinyor Corc Bahî, birêz Zahi Teyarah,Mamoste Şadî Serwa û mamoste Corc Nazer re pêk hat.
Her wiha Biro,amaje bi gotûbêjkirina paşeroja Sûriyê li ser bingeha wekheviya hemû pêkhateyan di warê maf û erkan de û beşdariya hemûyan di nivîsandina destûra nû ya Sûriyê de kir.
Di hevdîtinê de, Biro amaje bi wê yekê jî kir ku bi amadebûna Mamoste Mizgîn Yûsif û Mamoste Sarhan rêveberiya Encûmena Êzidiyên Sûriyê
û şandek ji nûnerên Encûmena Êzidiyan a Heleb û Efrînê,
jî hevdîtinek pêk hatiye.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah