Di şeveqa roja Yekşemê 22.12.2024 an de, Kurdperwer û welatparêz ji ber kirîza dil (Îsa Ebdulmecîd Xelef )bavê Izedîn li nexweşxaneyeke li Şamê çû ber dilovaniya XWEDÊ.
Wek tê zanîn rahmetiyê Îsa Xelef ji malbatek kurdperwer û welatparêz e û li ser rêbaza Barzaniyê Nemir bû yê xwediyê piroja netewî.
Her wiha têkoşer Îsa ji bo kar û xebata xwexwî netewî li ser destê rêjîma Sûrî ya berê hatibû binçavkirin û pirjî hatibû Iskence kirin.
Her wiha Rahmetiyê Îsa ji destpêka damezirandina Leşgerên Roj li Herêma Kurdistanê xwest ku zarokên xwe tevlî refên Pêşmergên Roj bike.
Ji ber vê yekê jî, xwesteka wî bicî hat,lawekî wî tevlî refên pêşmergên Roj bû û heta niha jî berdewam e li ser serê karên xwe.
Ji ber vê yekê jî, bi sedema ku yên zarokên wan çima tevlî refên pêşmergên Roj bûne,pir astengî jî didîtin ji aliyê Istixbaratê PYDê ve.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah..