HESEKÊ: ROJA ZIMANÊ KURDÎ JI ALIYÊ PYDKê VE HAT VEJANDIN.
Roja Zimanê Kurdî ji aliyê PYDKê ve hat vejandin.
Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdistanî, di roja Pêncşemê,15/5/2025an de Roja Zimanê Kurdî, li ofîsa partiyê li taxa Salehîya ya bajarê Heskê vejand.
Çalakî bi rawestandina deqeyeke bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir.
Nivîskar û zimannas Deham Abdulfetah bi boneya Roja Zimanê Kurdî gotarek pêşkêş kir.
Wî li ser bingehînê zimanê kurdî û şaxên wê peyivî.
Her wiha behsa Roja Zimanê Kurdî kir, rola Mîr Celadet Bedrxan di zimanê Kurdî de.
Her wiha xanim Fesla Yûsif Sekretêra Partîyê axaftinek bixêrhatina beşdaran kir û spasiya Mamoste Deham Abdulfetah kir ji bo gotara wî ya dewlemend.
Di çalakiyê de, çend stranên neteweyî û niştimanî ji aliyê hunermend Masûm Şekaki, hunermendê ciwan Azad Şekaki, Şerfan Kobanî û Diyana Hesari ve hatin pêşkêş kirin.
Di dawiyê de,hejmarek ji beşdaran, destwerdan û pirs dan, ku nivîskar Deham Abdulfetah bi awayekî xweş bersiv da.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah