Gorên komî li deverên cuda yên Sûriyê têne dîtin…
Li Sûriyê gelek binpêkirin û kiryarên xirab li derheqê welatiyan dihata kirin ji aliyê rêjîma Esed ya têkçûyî de , ji kuştin , revandin, îşkence, ku bi hezaran welatî bê sûc di zindanên rêjîmê de hebûn û ew rastî lêdan kuştinê hatin, bê ku malbatên wan çarenivîsa wan bizanibin.
Herwiha Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku di zincîreke vedîtinên hovane de ku li ser lîsteya binpêkirinên rejîma têkçûyî li Sûriyê pêk tên, ku 17 gorên komî li deverên cuda yên Sûriyê ji dema rûxana rejîmê di 8ê Kanûna Yekem a sala 2024an de hatin dîtin, ku asta binpêkirinan eşkere dike.
Li gorî belgeyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan,ku hejmara gorên komî yên ku hatine dîtin, ji dema rûxandina rejîma zordar Beşar Esed, gihîştiye 17 gorên komî, ku termên 1632 qurbaniyan tê de hene di nav wan de jin û zarok jî hebûn ku bi vî awayî hatine belavkirin.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo