المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Gora serokê berê yê Sûriyê “Hafiz Esed” li Qerdaha Hat şewtandin .

0 25

Gora serokê berê yê Sûriyê “Hafiz Esed” li Qerdaha Hat şewtandin .

 

Duh roja sêşemê 10ê Çileya Pêşîn Gora serokê berê yê rêjîma Sûriyê “Hafiz Esed li Qerdaha hate şewtandin .

Piştî ketina Esed di roja 8 ê çileya pêşîn ku destpêka dîrokeke nû ji bo hemû gelê Sûryayê bi ketina “Beşar Esed”, ku bi nûçeya ketina desthilata rêjîma Esed şahî li hemû navçe û herêmên Parêzgehên Sûriyayê hatin li darxistin.

Û herwiha Peykerê Hafiz Esed li Qamişlo û Hesekê û hemû navçeyên Sûriyê anîn xwar.

Tê zanîn ku di 27ê çileya pêşin şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) destpêkir û êrişî Îdlib û Helebê hate kirin.

Û Heyet Tehrîr Elşam di 28ê Çileya Paşîn navenda Helebê bidestxistin.

Piştî kontrolkirina Humsê Heyet Tehrîr Elşam kontrolkirina Şama paytexta Sûriyeyê ragihand .

Û roja 8 ê Çieya Pêşin 2024an, desthilata Beşar Elesed ket , û bû rojeke nû dîrokeke nû ji bo hemû Sûriyan.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.