المجلس الوطني الكوردي في سوريا

FRANSA BANG LI WELATIYÊN XWE DIKE KU JI LIBNANÊ DERKEVIN Û NEÇIN WIR.

0 125

FRANSA BANG LI WELATIYÊN XWE DIKE KU JI LIBNANÊ DERKEVIN Û NEÇIN WIR.

 

Fransa bang li welatiyên xwe dike ku ji Libnanê derkevin û neçin wir

 

Îro yekşemî 3ê Tebaxê, Fransa daxwaz ji welatiyên xwe kir ku ji Libnanê derkevin û hişyariya xwe ya li hember çûna wir jî nû kir.

 

Ajansa Riwêterz ragihand ku Wezareta Derve ya Fransa îro di rêwerzên seferê de ragihandiye ku Fransa bang li welatiyên xwe kiriye ku ji Libnanê derkevin ji ber metirsiya zêdekirina leşkerî li Rojhilata Navîn.

 

Li gorî nûçeya Riwêterz , wezaretê hişyariyên xwe yên ji bo welatiyên Fransî yên li dijî çûna Lubnanê nû kir.

 

Di vê çarçoveyê de, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Lubnanê li ser malpera xwe ya înternetê hişyarî da û wiha got: “Em teşwîq dikin kesên ku dixwazin ji Lubnanê derkevin bila bilêtên ku li ber destên wan hene veqetînin.

 

Her wiha Hikûmeta Brîtanya hişyarî da, welatiyên xwe û got, “Eger hûn niha li Lubnanê ne, em we teşwîq dikin ku derkevin.”

 

Zêdebûna şer li herêma Rojhilata Navîn li hember kuştina serokê Ofîsa siyasî ya Hemasê Îsma’îl Henîye li paytexta Îranê Tehranê û hejmareke din ji rêberên rêza yekem li Hemas û milê wê yê leşkerî hat. , Elqesam, û rêberên navdar ên tevgera Cîhadê û Hizbulaha Libnanî li Kenara Rojava, Xeza û Lubnanê.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.