المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Firokeyeke barhilgir ya Amerîkî li baregeheke leşkerî li gundewarê Hesekê danî.

0 94

Firokeyeke barhilgir ya Amerîkî li baregeheke leşkerî
li gundewarê Hesekê danî.

 

Di berdewamiya bihêzkirina baregehên xwe de, firokeyeke barhilgir ya Amerîkî li baregeheke leşkerî li gundewarê Hesekê danî.

 

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku li Parêzgeha Hesekê, Îro roja sêşemê 1 ê Cotmeha 2024an, danê êvarê firokeyeke barhilgir ya Amerîkî li baregeha Xerab El-Cir li gundewarê Rumeylanê li bakurê bajarê Hesekê danî û tê de leşkerên Amerîkî ji bilî çek, û cebilxane û alavên lojîstîkî li xwe digirt.

Û herwiha li gorî Çavkaniya Sûrî ya mafê mirovan ku ev balafira duyemîn e ku di îro roja sêşemê de li baregehên “hevpeymaniya navdewletî de daket, di dema ku hêzên “Hevpeymaniya Navdewletî” alavên leşkerî, lojîstîkî û pizîşkî bi balafireke barhilgir anîn baregeha El-Şedadî li gundewarê başûrê Hesekê.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.