Firokeyeke barhilgir ya Amerîkî li baregeha Xerab Elcîr li gundewarê Rimêlan danî.
Di berdewamiya bihêzkirina baregehên xwe de, firokeyeke barhilgir ya Amerîkî li baregeha Xerab Elcîr li gundewarê Rimêlan danî.
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku li gundewarê Hesekê Îro roja Çarşemê 1ê çileya 2025an, firokeyeke barhilgir ya Amerîkî li baregeha Xerab Elcîr ya li gundewarê Rimêlan danî û tê de çek, û cebilxane û alavên leşkerî û lojîstîkî li xwe digirt.
Herwiha hevdemê li gel daxistina firokeyê, helîkopterên Amerîkî li esmanê herêmê firiyan da ku parastina firokeyê di dema daketinê de bikin û ev dikeve çarçoveya bihêzkirina hebûna leşkerî ya Amerîkî li navçeyê de tên.
Rewangeha Sûrî amaje bi wê yekê kir ku hêzên “Hevpeymaniya Navdewletî” di sala nû de hêzeke mezin anîn herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, ku di nav wan de kamyonên girtî, alavên pêşketî û çekên pêşketî, û tankan hebûn, û herwiha daxistina firokeyên barhilgir ên Amerîkî. bi cebilxane û alavên pêşketî, hevdem hêzên Amerîkî berdewam in li ser bihêzkirina hebûna xwe û bingehên xwe li Sûriyê.
Ji destpêka salê ve, Rewangeha Sûriyê daketina 10 firokeyên Amerîkî li baregehên “Hevpeymaniya Navdewletî” li Sûriyê danî, û 160 kamyon û otombîlên girtî ku alavên lojîstîk û leşkerî hilgirtibûn, gihîştine bajarê Kobanî.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo