ENCÛMENA EFRÎNÊ YA ENKSê PÊŞWAZIYA ŞANDEKE ENCÛMENA ÊZIDIYÊN SÛRIYÊ KIR.
Di roja Duşemê 6/1/2025an de, şandeke Encûmena Êzidiyên Sûriyê bi serokatiya xanim Mizkîn Yûsif, berdevkê fermî yê Encûmena Êzdiyên Sûriyê birêz Serhan Îsa û nûnerê Encûmena Êzidiyên Efrînê, birêz Cemîl Cehfer,serdana ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Efrînê kir.
Şandeya rêzdar ji aliyê Serokê Encûmena Herêma Efrînê birêz Ehmed Hesen û endamên Encûmenê birêz Teter Mihemed, Îbrahîm Birîm, Ferhad Osman û Remzî Yûsif ve hate pêşwazîkirin.
Di hevdanê de, behsa serdana şandeyê ya Şamê û hevdîtinên wê û rola Encûmena Êzidî ya Sûriyê di nûnertiya Êzidîyan de, di nava Encûmena Niştimanî ya Kurdî de hate kirin.
Her wiha di hevdîtinê de,gotûbêj jî li ser pirsa kurd, qonaxa nû ya piştî rûxandina rêjîma zalim û dîktator Beşar Esed û encamên çareserkirina vê doza Kurdî di çarçoweya Sûriyeyeke demokratîk, piralî, parlemanî û federal de hat kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah