المجلس الوطني الكوردي في سوريا

EFRÎN:PAKREWANKIRINA XORTEKÎ KURD LI SER DESTÊ ÇEKDARÊN ELHEMZAT.

0 228

EFRÎN:PAKREWANKIRINA XORTEKÎ KURD LI SER DESTÊ ÇEKDARÊN ELHEMZAT.

 

 

Piştî çend rojan ciwanekî Kurd bi giranî bi guleyên rastî birîndar bû, li bajarê Efrînê yê Kurdistana Sûriyê jiyana xwe ji dest da.

 

 

Di derbarê vê yekê de,çalakvanê medyayî Mistefa Şêxo ji malpera me ya ENKSê re ragihand û got:

“Îro Înê 21.6.2024, ciwanê bi navê “Cemal Kolîn Elî” piştî çend rojan ji aliyê çekdarên “Elhemzat” ve dema ji karê xwe vedigeriya li yek ji xalên pişkinînê li gundê Coqa li navenda bajarê Efrînê li Kurdistana Sûriyê. bi guleyên rastî rastî gulebarankirina

çekdarên “Elhemzat” hat şehîd ket”.

 

 

Her wiha Şêxo got:”Pakrewan Cemal Kolîn Elî ji gundê Dargirê yê navçeya Mabata ye, di 18’ê Hezîrana 2024’an de ji aliyê çekdarên Elhemzat ve hate gulebarankirin û li nexweşxaneya pispor a Efrînê dihat dermankirin û îro danê sibehê Şehîd ket”.

 

 

Wek tê zanîn girûpa çekdar ya “Elhemzat” beşeke ji avakirina “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” ya girêdayî Wezareta Berevaniyê di “Hikûmeta Demkî ya Sûriyê” de, û di Tebaxa 2023an de, Wezareta Xizînedariya Amerîkayê siza li ser girûpa çekdar ya Elhemzat sepand. û serokê wê, Seyf Bolad, bi nasnav (Ebû Bekir), ji ber kirina “binpêkirinên cidî” yên mafên mirovan li Efrînê.

 

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.