EFRÎN:BI DEHAN MALBATÊN PENABER VEGERIYAN BAJARÊN XWE.
Bi dehan malbatên penaber vegeriyan bajarên xwe li Efrînê
Di berdewamiya hemleya vegera malbatên penaber, derbider û koçber bo warên xwe yên li gund û navçeyên bajarê Efrînê, bi dehan kes û malbatên penaber ên Libnanê vegeriyan malên xwe yên li herêma Efrînê.
Li gorî jêderên taybet, di çend rojên borî de bi dehan penaber û malbatên Kurd li Lubnanê li gundên navçeya Cindirês a Efrînê li Kurdistana Sûriyê, ji ber êrîşên Îsraîlê vegeriyane malên xwe.
Wek tê zanîn ji destpêka sala 2024an ve, zêdetirî 290 malbatên “penaber, koçber û derbider” li gund û navçeyên bajarê Efrînê li Kurdistana Sûriyê vegeriyane warên xwe.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah