Efrîn..Vegerandina koçberan berdewam e.
Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê rojane bi dihan malbatên koçber û derbider vedgerin li ser mal û milkên xwe..
Li gorî jêderên xwecihî pêla vegera malbatên koçber û derbider bo ser zêdên xwe li Efrînê berdewam e, herî dawî Sê malbatên derbider û koçber ji navçeya Şehbayê û Helebê vegeriyan ser zêdê xwe li gundê Colaqa ya bi ser navçeya Cindêrsê ya Efrîna Kurdistan Sûriyê.
Tê zanîn ku kiryar û binpêkirinên xereb li derheqê miletê Efrînê de û birîna bi dehan daran û destdanîna ser mal û milkên wan ji aliyê grûpên çekdar ve, lê ji bilî vê yekê ji destpêka salê ve hejmara malbatên penaber, derbider û koçberkirî û vegera wan ji bo navçe û gundên xwe li Efrîna Rojavayê Kurdistanê zêde dibe.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo