EFRÎN: SALVEGERA DUYEMÎN YA QURBANIYÊN ERDHEJA CENDIRÊSÊ HAT VEJANDIN.
Bi beşdarbûna xwecihiya Efrînê ya bi ser ENKSê ve û Xelkê Efrînê bîranîna erdheja Cendirsê bi bîr tînin
Xelkê Efrînê îro roja Pêncşemê 6/2/2025an, bi deqeyeke rêzgirtinê, ji bo pakrewanên erdhejê ku di 6ê Sibata 2023an de li bajarê Cendirsê yê Efrînê rû da, rêzgirtin nîşan dan.
Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, partiyên Encûmena Kurdî û Rêxistina Barzanî ya Xêrxwaziyê
li pêşiya navenda Rêxistina Barzanî ya Xêrxwaziyê
beşdarî vejandina bîranîna qurbaniyên erdhejê bûn.
Gotina xwecihiya Efrînê ya bi ser ENKSê ve,ji aliyê Ahmed Hesen serokê xwecihiyê ve,hat pêşkêş kirin.
Her wiha birêz Horo Osman berpirsê rêxistina Efrînê ya PDKSê jî gotinek pêşkêş kir.
Di dawiyê de, rêxistina Barzanî ya xêrxwaziyê bi beşdariya partiyên Encûmena Kurdî û xelkê Efrînê kampanyaya darçandinê li bajêr pêk anî.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah