المجلس الوطني الكوردي في سوريا

EFRÎN: KOMÊN ÇEKDAR LI EFRÎNÊ OPERASYONEKE GIRTINÊ BI KAR TÎNE

0 45

EFRÎN: KOMÊN ÇEKDAR LI EFRÎNÊ OPERASYONEKE GIRTINÊ BI KAR TÎNE

Komên çekdar li Efrînê operasyoneke girtinê bi kar tîne.

Komên çekdar binpêkirinên xwe li dijî welatiyên Kurd li navçe û bajarokên bajarê Efrînê li Kurdistana Sûriyê berdewam dikin, ji ber ku nêzîkî 10 welatiyên Kurd piştî vegera wan ji deverên awarebûyî li Helebê girtin.

Li gor jêderên taybet, grûpên çekdar li Efrînê di çend rojên derbasbûyî de, dest bi helmeteke girtina bêserûber li dijî welatiyên Kurd li Efrînê kirine, ji ber ku wan çend kes li gundên Maydana yên ser bi navçeya Raco û Xelalka bi tometa kuştina kesekî Ereb koçber bûye girtin.Li nêzî nuqteya kontrolê ya gundê Xelalka-Şankila

Çavkaniya han eşkere kir ku di berdêla azad kirina wan girtiyên Kurd de, çekdaran baceyên mezin ferzkirine.

Çavkaniyê eşkere kir ku çekdarên Feyleq Elşam Heft welatiyên Kurd girtin, ku “şeş jê ji malbatekê ne” ku ji deverên awarebûyî li Heleb û Şehba vegeriyan malên xwe.

Welatiyên ku hatin binçavkirin ev in:

1- Hesen Cahfer Hesen.
2- Îsmaîl Cahfer Hesen.
3- Mezlûm Cahfer Hesen.
4- Şehban Cahfer Hesen.
5- Xelîl Cahfer Hesen.
6- Omer Cahfer Şêxo.
7- Mihemed Mistefa Husên.

Her wiha çavkaniyê eşkere kir ku armanc ji girtina wan tirsandin û tirsandina Kurdan û nehiştina vegera wan bo malên xwe ye.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.