المجلس الوطني الكوردي في سوريا

EFRÎN: KOMÊN ÇEKDAR HEST KURDÊN TEMEN MEZIN GIRTIN.

0 52

EFRÎN: KOMÊN ÇEKDAR HEST KURDÊN TEMEN MEZIN GIRTIN.

Komên çekdar li Efrînê 8 Kurdên temen mezin girtin

Çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve 8 kal û pîrên Kurd li Efrînê, Kurdistana Sûriyê, girtin.

Jêderên xwecihî ji medyaya Kurdistanê re ragehandin: “Endamên baskê Sultan Silêman Şah 4 jin û zilamên temen mezin bi sedema ku nekarîne baceyê ku li ser wan hatiye sepandin bidin, girtine(Hediyat Hisên Camo 66 salî ,Elîfa Henan Reşîd 70 salî, Nezmî Henan Reşîd, 73 salî, û Zeyneb Bahrî, 75 salî, û Bedîha Reşîd, 59 salî).

Çavkaniyê her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku heta ji bo her kesekî 1500 û 2500 dolarên Amerîkî fidye neyê dayîn ew nayên berdan.

Di vê çarçovê de endamên baskê Sultan Silêman Şah (Hisên Hafiz 70 salî, Sebrî Ebdul Menan Emîn 60 salî û Hikmet Husên 65 salî) li gundê Xirbet Şeran hatin girtin.

Çavkaniyê piştrast kir ku “komên çekdar wan bernade heya ku her kes 3000 dolarên Amerîkî nede.”

Hêjayî gotinê ye ku ji bihara sala 2018’an û vir ve tawan û binpêkirinên li ser herêma Efrînê û gundewarê wê berdewam in.

 

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.