المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Efrîn.. BCFê xizmetên tenduristiyê ji bo nexweşan pêşkêş dikin.

0 75

Efrîn.. BCF xizmetên tenduristiyê ji bo nexweşan pêşkêş dikin.

 

“BCF”Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewam e di pêşkêşkirin Û gihandina arîkariyên mirovî û tendirustî ji bo Kurdên Efrînê de berdewam e.

Li gorî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser rûpela xwe ya Facebook ê belav kiriye .

Ku di roja 25_26 ê Tebaxa 2024an, Tîmeke pizîşkî yên gerok yên bi ser Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve , serdana gundên Dêkmadaş, Qerteba, Qestel Cindo, yê bi ser navçeya Şeranê ve li Efrînê kir, û alîkariyên tendirûstî bêberamber ji bo 159 nexweşî re pêşkêşkirin.

Li gundê Dêkmadaş 53 , gundê Qerteba 57 , gundê Qestel Cindo 49 nexweş hatin pişkinînkirin.

Tê zanîn ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di 20 ê çileya 2024an, pirojeya nexweşxaneya gerok dest pê kiriye, herwiha dermankirin û derman bê beramber pêşkêşî nexweşan dike.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.