المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Efrîn.. BCFê xizmetên tenduristiyê ji bo nexweşan pêşkêş dike.

0 93

Efrîn.. BCFê xizmetên tenduristiyê ji bo nexweşan pêşkêş dike.

 

“BCF”Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewam e di pêşkêşkirin Û gihandina arîkariyên mirovî û tendirustî ji bo Kurdên Efrînê de berdewam e.

Li gorî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser rûpela xwe ya Facebook ê belav kiriye .

Ku di roja 27_28 ê Cotmeha 2024an, Tîmeke pizîşkî yên gerok yên bi ser Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve , serdana gundên Helûbî Kebîr, Meşela, Elciya, Matnlî, yê bi ser navçeya Şeranê ve li Efrînê kir, û alîkariyên tendirûstî bêberamber ji bo 237 nexweşî re pêşkêşkirin.

Li gundê Helûbî Kebîr 54 , gundê Meşela 69 , gundê Elciya 64, Matnlî 50 nexweş hatin pişkinînkirin.

Tê zanîn ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di 20 ê çileya 2024an, pirojeya nexweşxaneya gerok dest pê kiriye, herwiha dermankirin û derman bê beramber pêşkêşî nexweşan dike.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.