المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Efrîn.. BCF xizmetên tenduristiyê ji bo nexweşan pêşkêş dikin.

0 123

Efrîn.. BCF xizmetên tenduristiyê ji bo nexweşan pêşkêş dikin.

 

 

“BCF”Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewam e di pêşkêşkirin Û gihandina arîkariyên mirovî û tendirustî ji bo Kurdên Efrînê de berdewam e.

Li gorî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser rûpele xwe ya Facebook ê belav kiriye .

Ku di roja 30ê Tîrmeha 2024an, Tîmeke pizîşkî yên gerok yên bi ser Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve , serdana gundê Qerena yê bi ser navçeya Bilbilê li Efrînê kir, û alîkariyên tendirûstî bêberamber ji bo 32 nexweşî re pêşkêşkirin ji wan 13 jin bûn, herwiha 4 mêr û 6 zarok bûn.

Tê zanîn ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di 20 ê çileya 2024an, pirojeya nexweşxaneya gerok dest pê kiriye, herwiha dermankirin û derman bê beramber pêşkêşî nexweşan dike.

 

Ragihandina ENK-S ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.