Roja şemiyê 12ê Tebaxa 2023an, şandek hevbeş ji Hikûmeta Herêma kurdistanê ,û Partiya Demoqrata kurdistanê,serdana ofîsa partiya Demoqrata kurdistan_Sûriya li Domîz kirin..
Û ev şanda ji Cîhad Ehmed ,birêveberê dergehê Zêt, û endamên desteya rêveberî di şaxên yekê û 18an,Celal Nayîf ,Xalid ,û Sefer Ehmed rawêjkarê wezîrê elektirîkê pêk dihat ..
Û herwiha ev şanda ji aliyê endamê polîtbîroya partiya Demoqrata kurdistan_Sûriya ,M,Hacî Kalo,
û endamê komîta navendî Mihemed Elî Ibrahîm ve hatin pêşwazîkirin..
Û ji aliyê xwe ve şanda hevbeş ji Hikûmeta Herêma kurdistanê û partiya Demoqrata kurdistanê pîrozbahiyeke germ arasteyî partiya PDK_Sê kir bi boneya li darxistina kongirê 12an ya partî..
Û tê zanîn ku 10ê hezîrana 2023 li bajarê Hewlêrê bi beşdariya Serok Barzanî 12mîn Kongreya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya li Hola Seid Ebdulla ya bajarê Hewlêrê hate li darxistin..
Û roja yekşemê 11ê Hezêrana 2023an, kongir bi dawî hat û têde M,Mihemed Ismaîl ” weku sekirtêrê partî hate hilbijartin …
Û di 10 Hezêranê 12mîn Kongreya PDK – Sê bi amadebûna zêdetirê 220 endaman li Hewlêrê destpê kir û du rojan berdewam kir û tê de 29 endamên Komîteya Navendî hatin hilbijartin ..
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî