المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Du sal li ser kuştina keça Kurd ” Jîna Emînî “re derbas dibin.

0 85

Du sal li ser kuştina keça Kurd ” Jîna Emînî “re derbas dibin.

Jina Kurd xwedî ezmûneke bihêz e di pêşxistina hişmendiya civakê de, û bi roleke mezin û bi moralên xurt tevlî qadên civakî, siyasî, leşkerî û aborî li herçar aliyên cîhanê de cihê xwegirtiye ji dîrokên Kevin heta roja me ya îro ji erkê xwe dûr neketiye , ku bi têkoşîn û lehengiya xwe ji bo parastina doza azadiya gelê Kurd de mil bi milê mêran kar û xebatê dike ji bilî ku ji sedê salan ve zilm û zor û bindestiye li ser jinê dihat kirin û tê kirin li hin welatan ji girtin û Îşkencekirin, binçavkirin û kuştinê , lê jin dikarîbû bi zanîna xwe di hemû war û meydanan de deng veda û bigihêja mafê xwe ya rewa û hebûna xwe di beşdarbûna hemû çalakiyan de çesipand û di tevgera Kurdî de postên pêşketî girtine nexasim di vê qonaxa hestiyar de, û herwiha piştî belavbûna nûçeya kuştina keça kurd ya ji Rojhilatî Kurdistanê ” JÎNA EMÎNΔ hebûna xwe di berxwedaniyeke mezin de nîşan de , ku bi kuştina wê têkoşîna ji bo jiyaneke azad û demoqratîk ku bi pêşengetiya bi hezaran jinan li Rojhilatî Kurdistanê û li tevaya welatan destpêkir û darê tirsê şikandin û nexşeya rêya nû di rûpelên dîrokê de xêzkirin weku wefadarî ji xwîna Jîna û hemû şehîdên Kurd re.

Ku di dîroka Kurdî de gelek Jin bûne nemûneyên rêya rûmet û sembolên têkoşîn û qehremaniyê ji wan jinan Keça kurd ya ji Rojhilatî Kurdistanê ” JÎNA EMÎNΔ ku bo yek ji mînakên ji Hola rakirina azadiya jinan û vêxistina çirûskên serhildanê li Kurdistana Îranê û li hemû cîhanê, ku Kuştina Jîna bala welatan kişand û di vê çarçoveyê de xwepêşandanên nerazîbûnê li bajar û bajarokên Îranê û herwiha li seranserî cîhanê li dijî kiryar û tewanên hovana yên rêjîma Îranê ve hatin lidarxistin û têde bi hezaran Jin daketin qadan bi armanca piştevanî û piştgiriya serhildana gelê Îranê re diyarkirin û tundiya dijî jinan şermezar kirin û bi bilindkirina siloganî di bin dirûşma ” Jin , Jiyan, Azadî , û herwiha daxwaza mafê jinê kirin û rakirina zext û zordariya li ser jinê tê kirin li Kurdistana Îranê û binpêkirinên ku rayedarên Îranê di derheqê gelê Kurd de dikirin û dikin.

Di derbarî duyemîn salvegera Kuştina “Jîna Emînî” hêjaya ronahiyek li ser jiyana wê.

” Jîna Emînî” keça kurd jidayîkbûna sala 2000 an, ku ji bajarê “Seqiz”a Rojhilatê kurdistanê ye ,di 13ê Êlûna 2022an, bi malbata xwe re diçe Tehranê ji bo serlêdana xizmên xwe ,û “Emînî” li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê polîsê Exlaqê yê Tehranê ve ,bi hinceta pabendnebûna bi hîcaba Îslamî hate binçavkirin û rastî êşkenceyê hat û piştî 3ê rojan di 16ê Êlûnê de di nexweşxaneya Kesra ya Tehranê de jiyana xwe ji dest da,û bi hezaran kes li ser gora wê kombûn , û di vê derbarê de weku piştgirî ji kuştina Jîna re gelek hunermend û kesayetiyên siyasî û civakî bi birîna porên xwe nerazîbûna xwe nîşan dan, ku li Îranê û Rojhilatî Kurdistanê Jin xala herî lawaz didît di nava civakê de û zext û fişar lê dihat kirin û ji mafê xwe bêparbûn, êdî piştî kuştina EMÎNΔ Jina Kurd serî hilda û weku stûnekê li pêş kujerên keça Kurd rawestiyan û bi azadî daxwaza mafê JÎNA û hemû jinên Kurd kirin.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.