Du kes di encama Teqîna Mayîneke şer de li Sûriyê bûne qurbanî.
Di encama teqîna mayîneke şer li Sûriyê 2 kes bûne qurbanî.
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku di têkçûna rêxistinên mirovahî û nebûna rola desthilatên pêwendîdar, hîn jî bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike .
Li gorî raporta tora Sûrî ya mafê mirovan, ji destpêka meha çileya 2024an, di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê heta niha 149 sivîl ji wan 53 zarok û 22 jin jiyana xwe ji dest dan, û 188 kesên sivîl birîndarbûn di nav wan de 21 jin û 89 zarok.
Herwiha Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihan ku li navçeyên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de sivîl di nav wan de 33 zarok û 21 jin hatin kuştin û 122 ji wan 17 jin û 42 zarok birîndar bûn .
Û li navçeyên din bin kontrola hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD)de 23 ji wan 17 zarok û jinek jiyana xwe ji dest dan û 36 ê din birîndar bûn di nav wan de jinek û 24 zarok bûn.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo