DIRBÊSIYÊ:MANGIRTINEK JI ALIYÊ ÇALAKVANÊN HERÊMA DIRBÊSIYÊ VE HAT LI DARXISTIN.
Îro Çarşemê 19/3/2025,an welatiyên bajarê Dirbêsiyê li ser vexwendina hin çalakvanên bajêr, greva protestoyê li dar xistin, da ku nerazîbûna xwe ya li hemberî ragihandina destûrî ya demkî ya ku ji aliyê hikumeta Şamê ve hatibû derxistin, nîşan bidin.
Beşdaran di mangirtinê de, dirûşmên ku tekez li ser pêwîstiya yekgirtina helwesta Kurdî dikin, bilind kirin û banga avakirina sîstemeke ne navendî li Sûriyê kirin, ku mafên hemû pêkhateyan misoger bike.
Wek tê zanîn,ku destûra ku li Şamê di 13ê Adara 2025an de, hate ragihandin, ji hêviyên avakirina dewleteke demokratîk dûr e û mafên hemû pêkhateyan û bi taybet mafê gelê Kurd, tê de ne diyare, ji ber vê yekê mangirtin û xwepêşandan li herêmên Kurdistana Sûrî dest pê dikin .
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah