المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ: FESLA YÛSIF SEMÎNAREK SIYASÎ BI RÊ VE BIR..

0 157

DIRBÊSIYÊ: FESLA YÛSIF SEMÎNAREK SIYASÎ BI RÊ VE BIR..

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (Xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve Encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna) roja Înê 30ê Gulana 2025an, li Hola Îvan gundê Ezîziyê li ser riya giştî ya bajarê Hesekê û Dirbêsiyê semînerek siyasî bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî,kesayetên Serbixwe,rewşenbîr,civak nas û Olî ,nûnerên civaka sivîl,rêxistinên jinan û ciwanan,herwiha bi beşdarbûna nûnerê Kenîsa Siryan ya Dirbêsiyê,li ser nûtirîn pêşhateyên li ser herdu qadên Sûrî û Kurdî li dar xist.

Semîner ji aliyê endama desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, Xanim.Fesla Yûsif bi rê ve çû.

Di dest pê kê de,mamoste Elî Fetah bi navê xwecihiya Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve,bixêrhatina hemû mêvanên beşdar kir.

Her wiha Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên Azadiyê,û bi taybet pakrewanên Kurd û Kurdistanî û li pêşîya wan Barzaniyê nemir bi sirûda netewî ya Kurd, Ey Reqîb dest pê kir

Piştre Xanim.Fesla Yûsif dest bi axaftina xwe kir li ser nûtirîn nûçeyên siyasî yên li ser qada Sûriyê bi giştî û ya Kurdî bi taybetî.

Yûsif behsa krîza êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê û bandora wê ya li ser qada Sûriyê kir.

Her wiha behsa destpêka operasyonên astengkirina êrîşê, hilweşandina rêjîmê bi îradeya navneteweyî, derketina sûcên rêjîmê li ber çavan kir.

Yûsif qonaxên diyalogên kurdî-kurdî û pêşketinên wan anî ziman, heta ku bi lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Qamîşlo, îmzekirina belgeya siyasî ya yekbûyî ya hemû partiyên siyasî yên kurd, û pejirandina wê wek bingeha diyalogê bi Şamê re .

Hewldanên Serok Mesûd Barzanî Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî yên ji bo yekitiya rêz û helwesta Kurdan, yek ji mijara semînerê bû, her wiha xanim. Fesla,bal kişand ser rola hevpeymaniya navneteweyî û bi taybetî ya DYA û Fransayê di pêkanîna yekitiya rêzê de.

Yûsif bal kişand ser axaftina Abdulah Ocalan û ew wek axaftina dîrokî bi nav kir di qonaxa heyî de, ku têkoşîna çekdarî wek barekî giran li ser gelan tê hesibandin.

Di semînarê de, gelek pirs hatin pirsîn û bersiv hatin dayîn ji aliyê Xanim Fesla Yûsif ve.


Ragihandina ENKSê
Raport :Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.