المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Di encama teqîna Mayîneke şer de Welatiyekî Jiyana Xwe Ji Dest Da.

0 160

Di encama teqîna Mayîneke şer de Welatiyekî Jiyana Xwe Ji Dest Da.

 

Di Encama Teqîna Mayîneke Şer de welatiyekî Jiyana Xwe Ji Dest Da.

Li parêzgeha Hema yê di encama teqîna mayîneke şer li Sûriyê welatiyekî sivîl li navçeya Wadî Eldewrat li gundewarê Hemayê jiyana xwe ji dest da.

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku di têkçûna rêxistinên mirovahî û nebûna rola desthilatên pêwendîdar, hîn jî bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike .

Li gorî raporta tora Sûrî ya mafê mirovan, ji destpêka meha çileya 2024an, di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê heta niha 109 sivîl ji wan 34 zarok û 21 jin jiyana xwe ji dest dan, û 126 kesên sivîl birîndarbûn di nav wan de 13 jin û 64 zarok.

Herwiha Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihan ku li navçeyên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de 91 sivîl di nav wan de 20 zarok û 21 jin hatin kuştin û 88 ji wan 12 jin û 24 zarok birîndar bûn .

Û li navçeyên din bin kontrola hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD)de 15 ji wan 13 zarok jiyana xwe ji dest dan û 28 ê din birîndar bûn di nav wan de 9 jin bûn.

 

Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.