المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DEWLETÊN YEYBÛYÎ YÊN AMERÎKAYÊ PABENDBÛNA XWE BI PIŞTGIRÎKIRINA PÊŞEROJA CIWANÊN SÛRIYÊ PIŞTRAST KIR.

0 142

DEWLETÊN YEYBÛYÎ YÊN AMERÎKAYÊ PABENDBÛNA XWE BI PIŞTGIRÎKIRINA PÊŞEROJA CIWANÊN SÛRIYÊ PIŞTRAST KIR..

 

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pabendbûna xwe bi piştgirîkirina pêşeroja ciwanên Sûriyê piştrast kir

 

Îro Duşemê 12ê Tebaxê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pabendbûna xwe bi piştevaniya paşeroja ciwanên Sûriyê tekez kir.

 

Di Roja Cîhanî ya Ciwanan de, helwesta Amerîka bi rêya rûpela Balyozxaneya Amerîka – Sûriyê li ser platforma Fêsbûkê hat, ji ber ku Balyozxaneyê got: “Di Roja Cîhanî ya Ciwanan de, Amerîka rêzê li ciwanên Sûrî digire û pabendbûna xwe bi piştgirîkirina paşeroja wan piştrast dike.”

 

Balyozxaneyê amaje bi wê yekê jî kir, ku Amerîka alîkariya zarok û ciwanên Sûriyê dike ku pêşerojeke geştir ava bikin bi rêya perwerde, fêrkirina pîşeyî û piştgiriya şêwirmendiyê li gorî pêwîstiyan.

 

Balyozxaneyê da zanîn ku ew kar dike ku nifşê nû bi hêz bike da ku beşdarî civakên xwecihî bibin û welatê xwe ji nû ve ava bikin bi pêşkêşkirina bûrsan û pêşvebirina serokatiyê.

 

Di Roja Cîhanî ya Ciwanan de balyozxaneyê banga piştgirîkirina xewn û xeyalên ciwanên Sûriyê kir.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.