Dêrik.. bîranîna 46 emîn a bavê netewe miletê Kurd Mela Mistefa Barzanî hat vejand.
Roja şemiyê 1 ê Adara 2025an, xwecihiyra Dêrikê ya bi ser ENK_Sê ve, 46emîn salvegera koça dawî ya bavê netewa miletê Kurd Mela Mistefa Barzanî vejandin.
Ev yek bi amadebûna serkirda û endam ,alîgirên Partî herwiha Encûmena Niştîmanî rêxistinên jin û sivîlan.
Û herwiha di salvegerê de Gotina Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriya ji aliyê M, Nimet Dawod endamê serokatiya Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriya ve hate xwendin.
gotina Partiya Demoqrata Kurdistan_Sûriya, ji aliyê xanim Besê Ebdê endama ofîsa siyasî ve hate xwendin.
Û hêjaya were gotin ku Di dîroka gelê kurd de gelek destanên berxwedan û mêrxasî û qehremanî û şoreşgeriyê hatine tomar kirin, ku ne bi tenê di dîroka kurdî de, lê belê di dîroka cîhanê de cihê xwe girtiye bi rêberiya bavê netewya miletê kurd Mela Mistefa Barzanî.
Û herwiha dîroka tevgera kurdî de, rêberê neteweyî, yê herî bi nav û deng,” Barzaniyê “nemir bû, serokê Partiya Demoqirata Kurdistanê bû,
Di sala” 1979″ an de, ji bo nexweşiya penceşêrê li nexweşxana Corc tawn, koça dawî kir,
Û herwiha Barzaniyê nemir bi hizir û ramanên xwe gelek xebat û şer û Canfidayî di pirsa kurdî û mafên Kurdistanê de, di kir.
Barzaniyê nemir her wê di dilê kurdan de bi mîne…
Ragihandina ENKS ê
Qamişlo