DÊREZORÊ:HEVPEYMANIYA NAVNETEWEYÎ HERÊMÊN DI BIN KONTIROLA MILÎSÊN ÎRANÊ DE KIRINE ARMANC .
Hevpeymaniya navneteweyî herêmên di bin kontrola milîsên Îranê de kirine armanc
Jêderekî Sûrî yê mafên mirovan eşkere kir ku hêzên hevpeymaniya navdewletî çend deverên di bin kontirola Rêjîmê û milîsên Îranê de li gundewarê Dêrezorê kirine armanc.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hevpeymaniya navdewletî roja Înê 18ê Cotmeha 2024an, ji baregeha xwe ya gazê ya Konîko li gundewarê Dêrezorê, bi çend topên hawinan bajarokên Merad, Hetla, û Xişam li herêmên Rêjîmê û milîsên Îranî li gundewarê Dêra Zorê kirin armanc.
Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir, ku di heman çarçoveyê de, firokeyên bê firokevan ên Hevpeymaniya Navdewletî li ser 7 gundên bi navên Elhuseyniyê, Elsalihiye, Hetla, Merad, Mezlûm,Tabiyê û Xeşam li rojhilatê Firatê digeriyan.
Çavkaniyê tekez kir, ku endamên milîsên Îranî ji baregehên li Mirad û Hetla reviyan ber bi deverên niştecihbûyî ve piştrast kirin, bê ku heya niha ti agahî derbarê ziyanên mirovî û madî nehatine bidestxistin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah