المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DÊREZORÊ:CIWANEK PIŞTÎ 10 SALAN JI BINÇAVKIRINÊ HAT KUŞTIN

0 161

DÊREZORÊ:CIWANEK PIŞTÎ 10 SALAN JI BINÇAVKIRINÊ HAT KUŞTIN

 

 

Ciwanek piştî 10 salan ji binçavkirinê hat kuştin

 

 

Piştî nêzî 10 salan ji binçavkirinê, ciwanekî bajarê Dêrezorê di bin îşkenceyê de di girtîgehên rejîma Sûriyê de hat kuştin.

 

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin, ku ciwanê bi navê Mihemed Ewam Elicî di girtîgehên rêjîma Sûriyê de, di bin îşkenceyê de hat kuştin,10 sal piştî ku ligel birayên xwe Mehmûd û Ibrahîm ku temenê wan di bin hijdeh salî de bûn ji mala wan li taxa Xiwêran li Hesekê hatin girtin.

 

 

Çavkaniyên han eşkere kirin, ku malbata qurbaniyê di sala 2014an de ji bajarê Dêrezorê ber bi bajarê Hesekê ve koçber bûne û piştî demeke kin dewriyeyeke rejîma Sûriyê bi ser mala wê de girt û 3 kurên wan girtin.

 

Çarenivîsa her sê birayan ne diyar e tevî hewlên berdewam ên malbatê ji bo gihandina nûçeyekê li ser wan, heta roja Îna borî nûçeya kuştina Mihemed gihîşt wan.

 

 

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan got ku di meha Gulana 2024an de 15 kes di bin îşkenceyê de li ser destên aliyên cihê yên nakok li Sûriyê hatine kuştin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.