المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Deh sal li ser şehîdbûna hejmarek ji pêşmergeyên Leşkerê Roj re derbas dibin .

0 69

Deh sal li ser şehîdbûna hejmarek ji pêşmergeyên Leşkerê Roj re derbas dibin .

 

Hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê ku tên naskirin bi navê pêşmergeyên Rojava “Leşkerê Roj “, ya ser bi Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya ve ye, di roja 12/3/2012 an de, bi biryarek ji Serokê Netewayî Mesûd Barzanî hat damezirandin û di bin çavdêriya kadroyên Leşkerî de perwerde dibûn, û bi qehremaniya xwe di şerê rêxistinên terorîst de mil bi milê pêşmergeyên Herêma Kurdistanê re beşdarbûn, û di vê derbarê de Hêzên Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê ji dema damezrandina wê ta niha karwanekî buha ji şehîd û birîndaran danîn e , di ber parastina milet û xaka pîroz de.

Û di vê çarçoveyê de tê zanîn ku di roja 16 ê Êlûna sala 2014 an de, hejmarek ji pakrewanên pêşmergeyên Leşkerê Roj ku di encama şerekî dijwar di navbera Hêzên Pêşmerge û rêxistina terorîst a Daîşê de canê xwe kirin qurbanî .

Herwiha navê wan şehîdên Pêşmergeyên Roj li gorî cih û dîroka şehîdbûnê ev in:
* Pakrewan Beşîr Ehmed Yûsif.
*Pakrewan: Comerd Fezeh Mişo.

Pakrewan: Mustefa Cercîs Seyîd.

Pakrewan Delîl Ehmed Elî

Pakrewan Silêman Hemza Hacî.

Û hêjaya were gotin ku Hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê” Leşkerê Roj ” di şerê rûbirûbûna rêxistinên terorîst yên Daîş û Heşda Şebî de roleke mezin û berçev avêtina , û bi geşbûna hestên xwe yên Neteweyî û Kurdperwerî karîbûn bi lehengî û mêrxasiya xwe hebûn û navê xwe di rûpelên dîrokê de tomar bikin .

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.