Daxuyaniya geşedanên dawî yên li Bakurê Sûriyê..
Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê bi girîngiyake mezin geşedanên bilez li bakurê Sûriyê dişopîne, piştî kontrolkirina herêmên Idlib û Helebê ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şam û komên Artêşa Niştimanî di rojên borî de.
Daxuyaniya geşedanên dawî yên li Bakurê Sûriyê..
Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê bi girîngiyake mezin geşedanên bilez li bakurê Sûriyê dişopîne, piştî kontrolkirina herêmên Idlib û Helebê ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şam û komên Artêşa Niştimanî di rojên borî de.
Di nava agahiyên derbarê rêkeftinan de û daxwaz ji gelê Kurd kir ku di bin navê “ koçkirina azad” de bo rojhilatê Firatê koç bikin.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi tundî her hewlek ji bo guhertina pêkhateya demografîk an koçkirinê red dike, û tekezî li ser mafê xelkê dike ku di malên xwe de bimînin û bi mafên xwe ve girêdayî bin.
Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe yê Kurd li Heleb û Şehbayê dikin ku heta ku Kurd ji wan deveran dernekevin û li mal xwe bimînin û dû wan bangên ku hinek kes dibêjin metirsiyan heye ku Kurd wê rastî qirkirinê bên.
Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Fransa, Brîtanya, Elmanya û Tirkiyê jî dike ku ji bo her kesî li herêmên xwe bihêlin, sivîlan biparêzin û zirarê nebînin, berpirsyariyên xwe bigirin ser xwe.
Encûmen her wiha bang li komên çekdar dike ku sivîlan nekin armanc û rêzê li can û malên wan bigirin, û daxwaz ji gelê Efrînê yê ku ji sala 2018an ve li herêma Şehba koçber bûne, vedigerin malên xwe ji bo Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê kar bikin ji bo hêsankirina vegera koçbersn bo deverên xwe yên resen û ji bo vegerandina malên wan.
Encûmen rejîma Sûriyê berpirsyarê sereke di ber berdewamiya karesata Sûriyê de dibîne, ji ber nerazîbûna wê, redkirina biryarên navdewletî, astengkirina proseya siyasî, israra wê li ser peydakirina çareseriyên leşkerî û ewlehiyê, û paşguhkirina wê daxwazên rewa yên gelê Sûriyê, ku alozî kûrtir kir û telihevî dirêj kir.
Tecrûbeya diwanzdeh salên dawî ya şer, tundî û wêrankirinê diyar dike ku bijardeyên leşkerî nagihîjin aştî û aramiyê, lê belê êş û azarên Sûriyê zêdetir dikin û kirîza mirovî ya berdewam gurtir dikin.
Encûmen tekez dike ku rêya siyasî ya berfireh li ser bingeha biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî tekane çareserî ye ji kirîza Sûriyê re.
Ew çarçeweyeke pratîkî ji bo bidawîkirina azarên gelê Sûriyê û pêkanîna hêviyên wan di avakirina dewleteke demokratîk ku mafên hemû pêkhateyên wê bê cudahî garantî dike.
Her wiha bang li civaka navdewletî dike ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî/ moralî û yasayî li hember gelê Sûriyê bigire ser milên xwe, ji bo cîbicîkirina biryarên xwe yên pêwendîdar bikeve tevgerê, fişarê li rêjîmê bike ji bo pabendbûna bi çareseriya siyasî, û rawestandina tundiya berdewam di rêya ku rizgariya Sûriyê û gelê wê ji wêranî û êşên zêdetir misoger dike.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî tekezî li ser giringiya yekkirina hewlên niştimanî û navdewletî dike ji bo parastina sivîlan, garantîkirina mafên wan û xebata ji bo bidestxistina aştî û aramiyê li welat.
Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê