المجلس الوطني الكوردي في سوريا

CIWANÊN ŞOREŞGER BERDEWAMIN LI SER REVANDINA ZAROKAN..

0 54

CIWANÊN ŞOREŞGER BERDEWAMIN LI SER REVANDINA ZAROKAN..

Ciwanên Şoreşger sê zarok li Helebê û Heskê revandin

Hêzên Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve, di berdewamiya siyaseta tirsandina zarokan, talankirina zarokatiya wan û avêtina wan bo kampên leşkeriya neçar li deverên ku di bin kontrola wan de ne, sê zarokên temen bicûk li Helebê û Heskê revandin

Di 15ê Cotmehê de, Tora Sûrî ya Çavdêriya Mafên Mirovan revandina sê zarokan ji taxa Şêx Meqsûd li Helebê û taxa Ezîziyê li Hesekê li ser destê rêxistina ciwanên Şoreşger belge kir.

Zarokên revandî ev in: (Sîlva Xelîl Hisên 17 salî, Nehîma Hesen Hisên 17 salî û zarokê Xemîs Hemîd El Omer 14 salî).

Ew birin kampên leşkerkirinê. Tevî hewldanên malbatên wan ên lêgerînê jî ev hewldan bi ser neketin.

Wek tê zanîn Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî di sala 2019an de bi nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan û şerê çekdarî Vîrgîniya Gamba re planeke pabendbûnê îmze kir ku dawî li leşkerkirina zarokên di bin 18 saliyê de bigire û nehêle leşkerkirina zarokên di bin temenê 18 salî de were bikaranîn.

Li gorî çavdêriyan Rêxistina Ciwanên Şoreşger armanc dike ku zarokên biçûk birevîne, li gorî berjewendiyên PKKê mejiyê zarokan bişon, wan ji aliyê leşkerî ve bike nav refên partiyê.

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.