المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇETEYÊN ÇEKDAR 5 WELATIYÊN KURD LI EFRÎNÊ REVANDIN.

0 85

ÇETEYÊN ÇEKDAR 5 WELATIYÊN KURD LI EFRÎNÊ REVANDIN.

Çeteyên çekdar 5 welatiyên Kurd li Efrînê revandin

Çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve 5 welatiyên Kurd li herêma Efrînê û gundewarê wê li Kurdistana Sûriyê bi armanca wergirtina fidyeyê revandin.

Medyayên xwecihî tekez kirin ku çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê yên girêdayî Grûpa Elemşat (Mihemed Henan Bekir, Xebat Ezet Bekir, Beşar Zuhêr Henan Hecîko, Basil Henan Hecîko û Diyar Şêxo) revandin.

Wê herwiha eşkere kir ku Çeteyên Elemşat daxwaza 1000 dolarî li hember azadkirina her endamekî revandî kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku tawan û binpêkirin li Efrînê berdewam in ji dema ku artêşa Tirkiyê di buhara sala 2018an de bi beşdariya grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve, herêm dagir kir.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.