المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇEKDARÊN PYDê ENDAMÊN KOMA FOLKLORÎ YA XWINAV PIŞTÎ REVANDINA BI MEHAN SERBEST BERDAN.

0 130

ÇEKDARÊN PYDê ENDAMÊN KOMA FOLKLORÎ YA XWINAV PIŞTÎ REVANDINA BI MEHAN SERBEST BERDAN.

 

Çekdarên PYDê endamên koma folklorî ya Xwinav piştî revandina bi mehan serbest berdan

 

 

Çekdarên PYDê berpirsek û endamên Koma Xwinav ya folklorî ya Partiya Yekîtî ya Kurdistan – Sûriyê piştî revandina çend mehan serbest berdan.

 

Jêderekî taybet ji malpera “ENKSê” re eşkere kir ku çekdarên rêveberiya PYDê endamê komîteya herêmî ya Partiya Yekîtî ya Kurdistan – Sûriya Mejdel Deham Casim û berpirsê koma folklorî ya Xwinav, lîstikvanê şanoyê Nasir Caro Û yê temen biçûk, Salih Hemîd Bekari, endamên komê serbest berdan.

 

 

Çekdarên PYDê di 21ê Nîsana 2024an de lîstikvanê şanoyê Nasir Caro ji bajarê Amûdê yê Kurdistana Sûriyê revandin.

 

 

Piştî vê yekê Mejdel Deham Hac Qasim û zarokê biçûk Salih Hemîd Bekarî di 9ê Gulana 2024an de jî li bajarê Amûdê hatin revandin.

 

Li gorî Tora Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, rêveberiya PYD’ê bi sedan endam û sûcdarên rêxistina terorîst a DAIŞê serbest berdan.

 

 

Di nava kesên ku ji girtîgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi “efûya giştî” ya rêveberiya PYD’ê hatin berdan de, Emîrê Hîsbahê yê rêxistina terorê DAIŞ’ê Ebû Mûhaz Elşemalî jî heye.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.