المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Binpêkirin Û Birîna Daran Li Efrînê Berdewam in.

0 101

Binpêkirin Û Birîna Daran Li Efrînê Berdewam in.

 

 

 

Operasyona birîna daran û binpêkirinên li derheqê gelê Efrînê û xwezaya wê de têne kirin ji aliyê girûpên çekdar ve berdewam e.

 

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku Grûpên çekdar ên bi ser artêşa Turkiyê ve 15 darên hinaran di navbera herdu gundên Şadêr, Îska li gundewarê navçeya Şêrewa birîn û wek êzing hatin firotin.

 

Û 24 darên zeytûnan ên cotkarekî ji aliyê Artêşa Niştîmanî ve li gundê Eyn Dara li gundewarê Efrînê birîn û birin Idlibê.

 

Û herwiha Rewangeha Sûriyê ya mafê mirovan da zanîn ku 35 darên zeytûnan li gundê Metîna yê bi ser navçeya Şeran, herwiha 15 darên zeytûnan û 5 darên gûzan li gundê Derwêş ji aliyê çekdarên ser bi grûpa “Artêşa Niştîmanî ve hatin birîn.

 

Û Opozisyona birîna daran li Efrîna Kurdistana Sûriyê armanc jê ji bo daran bikine êzink û bifroşin bazirganiyan ku nirxê yek ton darên zeytûnan digihêje 150 dolarên Emerîkî.

 

Her li gorî rêxistinên ku ji bo belgekirina binpêkirinên li Efrînê kar dikin, ku ji adara 2018an ve bi hezaran darên berhemdar ji aliyê artêşa Turkiyê û girûpên çekdar ve hatine birîn.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.