Bilindbûna dolar û rewşa aborî ya xireb li Kurdistana Sûriyê.
Di encama şer û pevçûnên ku di 27ê mijdara 2024an de li Sûriyê hatî rûdan bo sedema koçbarkirina sedhezaran malbat ku ber bi navçeyên din Sûriyê ve diçin û di nav rewşeke gelek xireb de derbasdibin .
Û di derbarî vî şerî de buhayê dolar pir bilind bû û bandor li ser kirîn û firotin kir, û tevgera xelkê li bazaran kêmbû,û tê zanîn ku rewşa aborî Li Kurdistana Sûriyê êdî bûye sedema sereke ji hejarî û belengaziya welatiyan , yek ji sedeman rûxandina lêreya Sûrî li beramberî dolarê Amerîkî, ku li Herêmên Kurdî her tişt bi dolar tê kirîn û firotin û herwiha kêmbûna kar jî nexasim kesên ku karê rojane dikin ji vê yekê welatî alozî û astengiyan dibînin di debara jiyana xwe de, ku li Rojavayê Kurdistanê rêjeya 95 ji sedî xelk di bin hêla hejariyê de dijîn.
Û bê guman ev yek bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan kiriye di hemû warên jiyanê de , ji dubarkirina bilindbûna berdewam a buhabûna nirxên hemû alav û pêdewistiyê mirovan yên rojane , weku buhabûna kerestên xwarinê û têkçûna rewşa xizmetguzariyên sereke ev bûye cihê nerazîbûna xelkê, ku bargiraniyeke zêde li ser jiyankirina wan çêdike .
Û di çarçoveya vê babetê de welatiyek jî behsa vê rewşa awarte kir ku li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî rasterast keysa abûrî hiştiye xelk rastî arîşe û rûbirûyî jiyaneke metirsîdar û bi bandor were, û herwiha ji aliyê peywendîdar dixwazin ku çareseriyekî ji van pirsgirêkan re bibînin ji bo milet bi xweşî û aramî li Kurdistana Sûriyê jiyan bike.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo