المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Berdewamiya kirîza av û eliktirîkê rewşa welatiyan zehmetir kiriye.

0 106

Berdewamiya kirîza av û eliktirîkê rewşa welatiyan zehmetir kiriye.

 

 

 

Pîştî kirîza Sûriyê ya 2011 an, aramî nema ye , Û alozî li seranserî Sûriyê rûda dane , bandorek pir mezin li ser rewşa xelkê bi giştî kiriye, ji hemû aliyên jiyanê ve, ku qeyrana aborî û mirovahî her diçe xirabtir dibe bi taybetî li Herêmên Kurdî ev yek dihêle êş û azarên milet pir dijwar û metirsîdar bibe, herî dawî derketina kirîza Avê li herdu bajarên Qamişlo û Hesekê ku di vê derbarê de xelkên Qamişlo ji bo nebûna Ava vexwarinê xwepêşandan li darxistin û têda daxwaza çareseriyeke bilez kirin ku” Jiyan bê Av nabe” nexasim di vê werzê havînê de ku pêwîstiya xelkê bi avê heye ji ber av bingeha jiyanê ye.

 

Her li ser vê babetê gilî û gazinên xelkên Rojavayê Kurdistanê bi dawî nabin, hemwelatiyek ji bajarê Qamişlo wiha ji Ragihandina ENK_Sê re anî ziman: ku herêmên Kurdî bi giştî rastî azarên pir mezin tên di debara jiyana xwe ya rojane de di çarçoveya berdewamiya alozbûna rewşa aborî û xizmetguzariyên sereke weku birîna Avê, qutbûna Elektirîkê, tunebûna kar, kiryarên girtin û revandina ciwan û zarokan yek ji sedemên koçberiya welatiyan e ji Rojavayê Kurdistanê .

 

Herwiha berdewam kir ku li hin taxên bajarê Qamişlo tûşî kirîza nebûna avê hatin ku nêzîkî Deh rojan av li ser wan taxan bi temamî hate birîn û xelk neçar bû ku avê ji tenkeran bikirên ku çavkaniya wê avê nediyare û nepaqija ew dibe sedema nexweşiyan û her yek sîtêra avê 100 hezar lîreya Sûrî tê firotin, ev yek barekî aborî pir giran li ser xelkê çêdike ji bo kirîna avê û dibe cihê nerazîbûna milet li bajarê Qamişlo bi taybet bajarê Hesekê.

 

Hevdemê li gel kirîzên din derketina holê mîna Elektirîk ku ev şeş mehen kehreba niştîmanî li ser navçeyên Kurdî hatine birîn , piştî êrîşên Turkiyê yên vê dawiyê di 25ê Berçileya 2023an, li ser bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê, sazî û pêgehên xizmetguzariyê yên bingehîn û sereke kirin armanc weku nexweşxane, westgehên petrolê, satsiyonên kehrebê û avê bo sedema ku ji kar werin rawestandin , ji vê yekê bi hatine werzê havînê û pileya bilind ya germahiyê demjimêrên elektirîka jeneratoran têra xelkê nake êdî piraniya xelkê Enerjiya rojê bi kar tînin, û ji aliyekî din ve beşek ji milet hejarin ew nikarin bi buhayê bilind Enerjiya rojê bikirin , çimkî ew di nav rewşeke awarte ya dijwar de derbasdibin û bi tûşî zehmetkêşiyan tên di dabînkirina xwestekên malbata xwe ya rojane de, bê guman dubarkirina bilindbûna berdewam a nirxan weku kerestên xwarinê, derman, buhabûna nirxê embêrên elektirîkê di nav dem û demekê de, ev yek bargiraniyekê zêde li ser jiyankirina hemwelatiyên Sûriyê bi giştî çêdike, taybet ku kehreba çavkaniya sereke ya ya enerjiyê ye , nexasim ku li hin bajar û gundan bîrên ava vexwarinê girêdayî bi kehrebê ve, ev yek dibe cihê nerazîbûnê li cem welatiyan bê ku tu çareserî ji van pirsgirêkan re were dîtin.

 

Herwiha di encama şerê 13 salan li Sûriyê, gelek kirîz derketina holê bi awayekî rasterast hiştiye ku milet bi tevahî rastî pirsgirêk û rûbirûyî jiyaneke bi bandor di hemû warên jiyanê de derbas bibin bi taybetî jî di warê qeyrana abûrî de ku dihêle rêjeya hejariyê zêde bibe, û xelk ji welatê xwe koçber û derbider bibin.

 

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.